Li Reqayê dibistan ji bo koçberan tên valakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Reqa û Tebqayê 295 dibistan ji bo koçberanên Kurd hatine valakirin.

Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser koçberên Kurd ên Efrîn û Şehbayê li navçeyên xwe bicîh dike.

Li bajarê Reqayê li nav stadyûma bajêr ji bo koçberan sitargeh hatine vedan.

Piştî ku Heleb û derdora wê ji aliyê komên çekdar ên zêzikî Tirkiyeyê ve hat dagirkirin pêleke nû ya pêleke nû ya Koçberiyê dest pê kir.

Koçberên Kurd ên ku di dema dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê de koçberî Şehbayê bûbûn piştî dagirkirina Heleb û Şehbayê dîsa koçber bûn.

Piraniya koçberên Kurd berê da herêmên Rêvêberiya Xweser û hinek jî hîn şehbayê asê mane.

Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser koçberên Şehbayê bicîh dike

Li Reqayê 10 sitargeh li nav Stadiuma bajar bo koçberan hatine vedan.

"Me koçber pêşwazî kir û ew li Reqa û Tebqayê bi cîh kirin"

Hevseroka Encûmena Cîbicîkar a Reqayê Mişlib el-Tirkanê got:

"Ji encama şert û mercên ku bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, êrişên dawî yên li ser bajarê Helebê û zêdebûna hejmara kesûkarên me yên koçberên Efrîn û Şehbayê ku bi zorê ji warê xwe ji aliyê milîsên artêşa azad ve hatine derxistin, em li kantona Reqayê çûn serdana deriyê Bû Asî.

Me kesûkarên xwe yên koçber pêşwazî kir û ew li Reqa û Tebqayê bi cîh kirin."

Li gorî şaneya krîzê ya Rêveberiya Xweser, 10 sitargeh bi hemû pêdiviyên jiyanê li nav stadyûma bajarê Reqayê ji bo koçberên Efrîn û Şehbayê hatine vedan.

Her wiha 295 dibistan jî li Reqa û Tebqayê ji bo koçberan hatine amadekirin.

"Me dewama xwendinê ragirt û dibistan jî bo koçberan vala kirin"

Hevseroka Encûmena Cîbicîkar a Reqayê Hêvîn Îsmaîlê wiha anî ziman:

"Me li Kantona Reqayê şaneyeke krîzê saz kir. Şaneya krîzê li ber stadyûma bajar pêşwaziyê li kesûkarên me yên koçberan dike.

Me doh nîvê şevê pêşwazî li kesûkarên xwe kir ku bi zorê hatine derxistin û ew li sitargehên amadekirî li nav stadiumê bicîh kirin.

Hevdem me dewama xwendinê ragirt û dibistan jî bo koçberan vala kirin daku li wan bicîh bibin, di dema me hemû xizmetguzariyên tendirustî û pêdiviyên xwarinê pêşkêşî wan kirin."

Li gorî şaneya krîzê ya Rêveberiya Xweser, heta niha zêdetirî 60 hezar koçber li ba xwe bicîh kirine û pêşbînî dike jî hejmara koçberan 120 hezarî derbas bike.