Konsulê Îtalyayê yê Hewlêrê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest
Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Îtalyayê yê Hewlêrê Michele Camerota bi minasebeta bidawîhatina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê çû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Konsulê Îtalyayê yê Hewlêrê Michele Camerota xatir ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Serokatiyê di daxuyaniyekê de ragihand, îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulê Îtalyayê yê Hewlêrê Michele Camerota pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên Konsulê Îtalyayê yê ji bo bipêşxistina pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir û got:
“Nêçîrvan Barzanî di erkê Michele Camerotayê nû de hêviya serkfetinê jê re xwest.”
Camerota jî ji bo piştgiriya wan spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de bipêşxistina pêwendî û hevkariyên hat gotûbêjkirin.