Êlih: Bi hinceta PKKyê 3 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Êlihê tîmên girêdayî Birêvebiriya Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê li hinek navnîşanên hatine diyarkirin operasyon pêk aniye.

Di encama operasyonê de bi hinceta "pêwendiya li gel PKKyê" û "weşanên qedexekirî" 3 kes hatine desteserkirin.

Parêzgariyê ragihand ku kar û barên yasayî yên her 3 kesan didomin.

Heman rojê li parêzgeha Dîlokê jî bi hinceta "endamtiya rêxistinê û propagandaya li ser medyaya civakî" 16 kes hatibûn desteserkirin û li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonên bi hinceta PKK û YPGyê berdewam in.