Nêçîrvan Barzanî Diyar Kurde pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo serkeftina wî Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde pîroz kir.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li Amerîkayê xelata "Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî" sitand.

Xeyn ji Diyar Kurde, heft nûçegihan û rojnamegerên din ên ji CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê jî dê ji hêla AFPC-USAyê ve hatin xelatkirin.

“Em bi we serbilind in”

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo vê sefkeftina wî Diyar Kurde pîroz kir û got:

“Ez rojnamegerê jêhatî û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ji bo xelata Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî yên li Amerîkayê ji dil û can pîroz dikim.

Ez bi vê minasebetê hevkarên wî û hemû rojnamegerên Kurdistanê pîroz dikim.

Ev xelat nîşaneya wê ye ku Herêma Kurdistanê xwediyê medyakar û rojnamegerên jêhatî û xwedîşiyan e.

Em bi we serbilind in û hûn haveynê rêz û hurmetê ne. Her serkeftî bin.”