Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo serkeftina wî Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde pîroz kir.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li Amerîkayê xelata "Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî" sitand.
Xeyn ji Diyar Kurde, heft nûçegihan û rojnamegerên din ên ji CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê jî dê ji hêla AFPC-USAyê ve hatin xelatkirin.
“Em bi we serbilind in”
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo vê sefkeftina wî Diyar Kurde pîroz kir û got:
“Ez rojnamegerê jêhatî û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ji bo xelata Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî yên li Amerîkayê ji dil û can pîroz dikim.
Ez bi vê minasebetê hevkarên wî û hemû rojnamegerên Kurdistanê pîroz dikim.
Ev xelat nîşaneya wê ye ku Herêma Kurdistanê xwediyê medyakar û rojnamegerên jêhatî û xwedîşiyan e.
Em bi we serbilind in û hûn haveynê rêz û hurmetê ne. Her serkeftî bin.”
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li Amerîkayê xelata "Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî" sitand
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 5, 2024
🛑 Diyar Kurde ji Dildar Herkî re behsa hestên xwe dike
🎙️ Xewna min bû ku rojnamegeriya Kurdî bigihe asteke cîhanî
🎙️ Gelek kes ji ber xebatên Rûdawê şaş mabûn pic.twitter.com/SeQfUfxEQe
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse