Li Meletiyê yek jê jin 3 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yazîxanê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta "alîkariya PKKyê" 3 kes hatin desteserkirin.

Li navçeya Yazîxanê, îro danê sibehê hêzên ewlehiyê bi ser malan de girtin.

Di serdegirtina malan de bi hinceta "alîkariya PKKyê" Bahar Kose, Ahmet Turan Sertkaya û Tahsin Çolak hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê Bahar Kose, Ahmet Turan Sertkaya û Tahsin Çolak ji bo karên îfadewergirtinê birin Fermandariya Cendirmeyan a Meletiya Kevin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi "hinceta PKKyê" xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.