Silêmanî - Otomobîl bû du perçe: 2 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê di qezayeke trafîkê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Kesê ku di qezayê de birîndar bûbû şofêrê otomobîlê bû û li nexweşxaneyê hate desteserkirin.

Doh bi şev li herêma Serçinarê ya Silêmaniyê otomobîla ku bilez diçû, li stûna elektrîkê ya kêleka rê da û bû du perçe.

Berdevkê Trafîka Silêmaniyê Behmen Ebdulah li ser qezayê ji Rûdawê re axivî.

Ebdulah ragihand ku qeza doh bi şev saet derdora 12:00an li herêma Serçinarê ya Silêmaniyê çêbûye.

Herwiha Ebdulah da zanîn ku di bûyerê de 2 ciwanan cane xwe ji dest daye û şofêrê otomobîlê jî birîndar bûye.

Berdevkê Trafîka Silêmaniyê Behmen Ebdulah diyar kir ku şofêrê otomobîlê li nexweşxaneyê hatiye desteserkirin.

Li gor amarên polîsên trafîkê yên Herêma Kurdistanê, par 3 hezar 706 qezayên trafîkê çêbûne/

Di encama wan qezayan de 445 kes mirine û 7250 kes jî birîndar bûne.