Li Rihayê bi hinceta PYDyê kesek hat desteserkirin

05-12-2023
RÛDAW
Nîşan Riha PYD Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PYDyê” kesek hat desteserkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê doh îdîa kir ku dema “endamekî PYDyê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînor hatiye desteserkirin.

Li gorî nûçeyê operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatiye kirin û derbarê kesê desteserkirî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li ser sînorê navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê û Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê 29ê Çiriya Pêşîn kesek, 5ê Çiriya Paşîn kesek û roja 19 Çiriya Paşîn jî kesekî din bi hinceta “endamtiya PYDyê” hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst