Dadgeha Hewlêrê cezayê du tohmetbarên dosyeya kuştina pêşmergeyekî PDKÎ diyar kir

05-12-2022
RÛDAW
Merasima cenaze ya fermandeyê Pêşmerge yê PDKÎ Qadir Qadirî ku di Adara 2018an de li Hewlêrê mirî hatibû dîtin. Wêne: PDKÎ
Merasima cenaze ya fermandeyê Pêşmerge yê PDKÎ Qadir Qadirî ku di Adara 2018an de li Hewlêrê mirî hatibû dîtin. Wêne: PDKÎ
Nîşan PDKÎ Dadgeha Hewlêrê Dosyeya Qadir Qadirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Duyem a Tawanan a Hewlêrê derbarê cezakirina du tohmetbarên dosyeya terora kadro û fermandeyê Pêşmerge yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Qadir Qadirî biryara dawî da.

Li gor biryara dadgehê, cezayê wan ji 5 salan bo 15 salên girtîgehê hat zêdekirin.

Berê 3 tohmetbarên din ên wê dosyeyê ji aliyê dadgehê ve biryara darvekirinê li ser wan hatiye sepandin.

Têkildarî dosyeya kuştina wî fermandeyê PDKÎ, 5 kes hatibûn desteserkirin.

Serokê Desteya Parêzerên Kesûkarên Qadir Qadirî, Eyad Kakeyî doh Yekşembê 4ê Kanûna 2022 di preskonferansekê de li Hewlêrê ragihand, dadgehê daxwaza wan a ji bo cezakirina tohmetbarên dosyeyê li gor madeya terorê pesend nekiriye.

Termê Qadir Qadirî roja 7ê Adara 2018an de li navçeya Balîsan a Başûrê Kurdistanê, li gundê Hertel ê Ranyeyê hatibû dîtin.

Bi gotina parêzerên wê dosyeyê, tohmetbarên sereke yên dosyeyê îtîraf kirine ku biryara kuştina wî ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hatiye dan û wan jî li beramber wergirtina pere ew endamê PDKÎ kuştine.

PDKÎ jî bi fermî ragihandiye, ku Qadir Qadirî bi biryara Supaya Pasdaran a  Îranê hatiye kuştin.

Parêzerekî din ê dosyeya Qadir Qadirî, Sohrab Rehmetî dibêje, wan daxwaz kiribû kesên tohmetbar di wê dosyeyê de li gor qanûna terorê bêne darizandin.

Sohrab Rehmetî diyar kir, wan herwiha daxwaz kiribû ku destên li piştî encamdana wê tawanê bi fermî bên ragihandin, lê ev yek nehat kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst