Li Gurgumê qezaya trafîkê: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev dan û di bûyerê de 7 kes birîndar bûn. Bûyer îro berê sibehê 5ê Kanûna 2022an li navçeya Goksunê ser bi Gurgumê qewimî û di bûyerê de 7 kes birîndar bûn.

Li Taxa Kireç ser bi navçeya Goksunê otomobîla bi şofêrtiya O.A. û otomobîla bi şofêrtiya A.A. li hev dan. Di bûyerê de şofêrên her du otomobîlan jî di nav de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tenduristî û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirûstî ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Goksunê hatin veguhestin.

Hatiye ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.