Fermandarê Hêzên El Şemal: Divê Hevpeymaniya Navdewletî pabendî sozên dane HSDê be

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêzên El-Şemal El Deomkratîk Ebû Omer Idlibî dibêje, cihê bi navê navçeya aram a ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa wê dike, bi kûraniya 30 km ew navçe ji bo hewandina terorîstan e. Ebû Omer herwiha dibêje divê Hevpeymaniya Navdewletî pabendî sozên xwe yên ji bo HSDê dane be.

Fermandarê Hêzên El-Şemal El Deomkratîk a ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve Ebû Omer Idlibî di daxuyaniyekê de dibêje HSD şer naxwaze, aştiyê dixwaze û divê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê pabendî sozên xwe be ku dane HSDê.

Ebû Omer Idlibî got: “Ew navçeya aram a ku Erdogan wekî behane digire bi kûrahiya 30 kîlometreyan di nav xaka Sûriyê de li bakurê rojavayê Sûriyê û bakurê rojhilatê Sûriyê, navçeyeke ji bo hewandina terorîstan e, wek çawa ku li bakurê rojavayê Sûriyê dibe ku tejî gendelî û teror e, wek çawa Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyên herî li pêş ên DAIŞê li navçeyên dagîrkirî, wek Idlib û Efrînê, kirin armanc.”

Bi gotina Omer Idlibî HSD ji bo diyaloga ligel hemû aliyan vekiriye û got: “Armanca me aştiya civakê ye, û dubare avakirina Sûriyeyke azad û demokrat e ku cihê hemûyan tê de hebe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne xwazyarên şer in, lê xwazyarên aştiyê ne.”

Idlibî herwiha teqez kir ku ji bo berdewamkirina şerê li dijî DAIŞê, divê Hevpeymaniya Navdewletî pabendî sozên dane HSDê be û wiha pê de çû: “Ev topbarana Tirkiyê operasyonên li dijî DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê radiwestîne, û em wek HSD pabendî rêkeftina 2019ê ne ji bo kêmkirina aloziyê û pêwîst e cîhan bi tevahî yek dest be li hember dijminkariya Tirkiyê.”