Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser: Armanca teqînê mamoste bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê têkildarî teqîna îro ya li bajarê Qamişlo daxuyanî da û ragihand  ku teqîn “plankirina komkujiyeke mezin bû.”

Îro Duşemê 5ê Kanûna 2022yan li Taxa Quwetlî ya bajarê Qamişlo û li hewşa avahiya Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser de otomobîlek teqiya.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de Tirkiyê bi wê teqînê tohmetbar kir.

Desteya Perwerdeyê diyar kir ku teqîn di dema civîna mamostyan de çêbûye, armanca wê teqînê pêkanîna komkujiyekê bûye û dibêje: “Otomobîla ku karmendên Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Herêma Cizîrê dibe û tîne, hatibû mayinkirin û di seata kombûna karmendan de êrişeke hovane pêk hat. Wekî tê zanîn bi sedan karmendên desteyê hene û di seata kombûna karmendan de êrişeke bi vî awayî plana komkujiyeke mezin bû. Hedefgirtina Desteya Perwerde û Fêrkirinê hedefgirtina siberoja me û zarokên me ye.”

Di daxuyaniyê de Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser dibêje bi salan e Tirkiye “bi plankirina komkujiyan” dixwaze çavê wan bitirsîne, îradeya wan bişikîne û wan teslîm bigire.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê herwiha bang li li hêzên Amerîkayê, Rûsya, hemû hêzên neteweyî û navneteweyî dike û dibêje: “Vê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bibînin û jê re bibêjin êdî bes e. Bêdengmayîna wan hêzan tê wateya şirîkiya vî karî.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayişa Rojavayê Kurdistanê) derbarê bûyerê de daxuyanî belav kiribûn û gotibû: "Îro 5ê Kanûnê saet di 08:00an de bi bombeyekê erebeyek hat hedefgirtin. Şaneyeke terorîst bombeyek di erebeya veguhastina mamoste û karmenên saziya perwerdeyê de bi cih kiribû. Di encama teqînê de ziyanên madî çêbûn û ajokarê erebeyê birîndar bû.”