Li Geverê kesekî hevjîn û pismamê xwe kuştin û paşê jî întihar kir

05-12-2022
RÛDAW
Li Geverê kesekî hevjîn û pismamê xwe kuştin û paşê jî întihar kir
Li Geverê kesekî hevjîn û pismamê xwe kuştin û paşê jî întihar kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya ser bi Colermêgê li Bakurê Kurdistanê, kesekî hevjîn û pismamê xwe kuştin û paşê jî întihar kir.

Li gor agahiyên Rûdawê ji çavkaniyên xwecihê wergirtine,  li Taxa Pîzok a navçeya Geverê welatiyê bi navê Seyfettîn Çoruh (41) bi guleyan bi ser hevjîna xwe Evîn Çoruh (35) û pismanê xwe yê bi navê Haşim Çoruh (32) de reşandin û paşê gule berdeya xwe jî.

Haşim Çoruh li cihê bûyerê canê xwe ji dest dide û Seyfettin Çoruh û Evîn Çoruh bi giranî birîndar dibin û ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê têne veguhestin.

Seyfettin Çoruh û hevjîna wî Evîn Çoruh tevî mudexaleyên bijîşkî ji mirinê xilas nabin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, Seyfettin Çoruh piştî ku bi çekê hevjîna xwe Haşim Çoruh û Evîn Çoruh gulebaran kirien û paşê jî înthar kir.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst