YRK: Gerîlayekî me di êrîşekê de li sînorê Silêmaniyê canê xwe ji dest da

05-12-2022
RÛDAW
Nîşan PJAK YRK Çiyayê Asos Silêmanî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baskê çekdarî yê PJAKê, Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand, gerîlayekî wan li Çiyayê Asos li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di encama êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku baskê çekdarî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye, îro nasnameya gerîlayekî xwe aşkere kir ku li Çiyayê Asos li sînorê parêzgeha Silêmaniyê canê xwe ji dest daye.

YRK dibêje, navê gerîlayê wan "Sîpan Silêman Hesen" û nasnasê wî "Serhed Rojava" ye û di encama êrişeke esmanî ya Tirkiyê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyekê de tê gotin, ku ew gerîlayê wan xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û sala 2019an li sînorê parêzgeha Silêmaniyê tevli refên PJAKê bûye.

YRKê ragihandiye ku dronên Tirkiyê roja 29ê Cotmeha 2022an Çiyayê Asosê bombebaran kiribûn û ew gerîlayê wan di wê êrîşê de canê xwe ji dest daye.

Bi hinceta hebûna baregehên PKKê, gelek caran firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê Çiyayê Asos li devera Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran dikin.

PJAK baskê PKKê yê li Rojhilatê Kurdistanê ye û sala 2003an piştî guhertinên di nava PKKê de hatiye avakirin. PJAK xwe wek partiyeke Rojhilatê Kurdistanê dibîne, û di çarçoveya hizr û îdeolojiya PKKê û rêberê wê Abdullah Ocalan tevdigere. PJAK jî weke PKKê hebûna dewleta netewî red dike û li ser paradîgmaya PKKê ya Neteweya Demokratîk siyasetê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst