Termê ciwanekî Kurd ku li Kerecê hatibû kuştin, vegerandin Kirmaşanê û veşartin
Hewlêr (Rûdaw) – Termê ciwanekî Kurd ê ji parêzgeha Kirmaşanê ku berî çend rojan li bajarê Kerec ê Îranê bi guleyên hêzên emnî yên Îranê hatibû kuştin, bo warê wî hat veguhastin û di merasimekê de hat veşartin.
Li gor agahiyan, navê wî xortê Kurd Ihsan Qasimîfer û 32 salî ye, herwiha xelkê bajarê Kengawerê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve ye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku rewşa mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, ragihandiye ku Ihsan Qasimîfer derengiya şeva Çarşembê 30ê Mijdara 2022an li bajarê Kerecê yê li bakurê rojavayê Tehranê bi guleyên hêzên emnî yên Îranê hatiye kuştin.
Ihsan Qasimîfer xelkê Kengawerê bû lê li taxa Ser Asyab a bajarê Kerecê dijiya.
Li gor Hengawê, termê Ihsan Qasimîfer doh Yekşembê 4ê Kanûna 2022an ji Kerecê bo bajarê wî Kengawerê hat veguhestin û di merasimekê de bi beşdariya bi dehan kesan li goristana bajêr hat veşartin.
Ji destpêka xwepêşandanên wê dawiyê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve, zêdetirî 120 kesan di xwepêşandanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane.