Tê pêşbînîkirin îsal li Mêrdînê 2 milyon ton garis bên hilberîn

05-12-2021
RÛDAW
Nîşan Garis Mêrdîn Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Mêrdînê di berhemên dexlûdan de yek ji parêzgehên herî girîng e li Bakurê Kurdistanê. Li deşta Mêrdînê beşeke ji xelkê wê ji ber av û hewaya wê ya guncav li ser wî erdî garis diçînin.

Parêzgeha Mêrdînê di warê hilberîna  berhemên dexlûdan de yek ji parêzgehên herî girîng e li Bakurê Kurdistanê.  Li deşta Mêrdînê derdora 3 milyon donimên erdê çandiniyê hene û beşeke ji xelkê wê ji ber avûhewaya wê ya guncav li ser wî erdî garis diçînin. 

Garis li navçeyê piştî berhevkirina berhemê genim wek berhemê duyem li şûna wî tê çandin. Niha  demsala  berhevkirina wî berhemî destpê kiriye. Sala borî li Mêrdînê ji ber mesrefên elektrîkê bi rêjeyek kêm garis hatibû çandin lê, Serokê Navenda Bazirganiya Dexlûdan a Qoserê dibêje îsal li navçeyê li gor sala derbasbûyî zêdetir garis hatiye çandin.

Serokê Navenda Bazirganiya Dexlûdan a Qoserê Mehmet Şerif Oter dibêje: “Li Mêrdîna me îsal li gor sala derbasbûyî derdora 2 qat û nîv 3 qat zêdetir garis hat çandin. Li deşta Mêrdînê li 4 navçeyên me yên Qoserê, Dêrik, Artuklu û  Nisêbînê garis tê çandin. Li van deran piştî berhevkirina genim di meha Hezîranê de garis tê çandin. Avdana garis jî bi temamî bi derfetên cotkaran û bîrên ku wan kolan tê kirin û ev yek jî hinek bi mesref e. Sala borî ji ber mesrefên elektrîkê û  nîgeraniya cotkaran gelek kêm hat çandin. ”

Garisê ku bi bîçeran tê berhevkirin, bi rêya barhilgiran bo Navenda Bazirganiya Dexlûdan a Qoserê tê veguhastin û li wir di embaran de tê parastin. Piştre li gor daxwazê bo bajarên Tirkiyê û derdorê  tên şandin. Sala borî tona garis derdora hezar û 500 lîreyan bû,  lê îsal derdora 2 hezar û 600 lîreyan e.  Cotkarên navçeyê ji berhemê xwe yê îsal razî ne.

Cotkar Abidin Erten jî got: “Spas bo xwedê me îsal çand. Gelekî baş bû. Me berhemek baş bidestxist. Axa me gelekî bixêrûbêr e.”

Sala derbasbûyî li Mêrdînê derdora 600 heta 700 hezar tonên garis hatibûn hilberîn, lê îsal Serokayetiya Navenda Bazirganiya Dexlûdan a Qoserê pêşbînî dike li navçeyê 2 milyon ton garis bên hilberîn û bi vê yekê jî dahata giştî ya navçeyê zêdetir bibe.

Li gor amarên dawî ên  rapora garis  a Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Tirkiyê, parêzgeha Mêrdînê di çandina garis de, li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî bajarên Edene û  Konyayê di rêza sêyem de cih digire.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst