Hêzên Amerîkayê li Rojava alîkariyên tendirustî pêşkêş dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên taybet êm Amerîka, serdana gundên di bin desthilata HSDê de dikin û pêwîstiyên tendirustiyê pêşkêş dikin.

Medya Amerîka dibêje, serdan bi hevahengiya ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tên kirin û armanca serekî jî bo malbatan pêşkêşkirina pêwîstiyên tendirustiyê ye.

Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ku ji mijarê agahdar e, ji medyaya Amerîkayê re ragihand, serdanên hêzên taybet ên Amerîkayê, zêdetir bi armanca pêşkêşkirina alîkariya tendirustiyê ye û ew jî ji bo alîkariya HSDê bin hewleke ku heta li navçeyê seqamgirî zêdetir be.

Li gor berpirsên Amerîkî, pêşkêşkirina alîkariyê bo malbatan, di rûbirûbûna DAIŞê de ji bo hewlên taybet pêngaveke girîng e.

Berdevkê Operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê Charlies An ragihand, hêzên hevpeymaniya navdewletî heta niha bi armanca pêşkêşkirina alîkariya tendirustî serdana çend cihan kirine ku du ji wan serdanan, meha borî li parêzgeha Dêrezorê bûn.

Amerîkayê di Îlona 2014an de li şerê Kobaniyê bi rêya balafiran dest bi piştevaniya şervanan kir.

Piştre alîkariya bo şervanan, ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve bi serokatiya Amerîka zêdetir bû û niha jî nêzîkî 900 serbaz û şêwirmendên serbazî yên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê, li herêmên di bin desthilata HSDê û Sûriyê de hene.