Ronî Aydin Dere: Divê em diyasporaya cihûyan ji xwe re mînak werbigirin

05-12-2021
RÛDAW
Berpirsê Federasyona Revend a Kurd li Swîsra Ronî Aydin Dere dibêje divê em destkeftiyên Kurdan biparêzin
Berpirsê Federasyona Revend a Kurd li Swîsra Ronî Aydin Dere dibêje divê em destkeftiyên Kurdan biparêzin
Nîşan Diyaspora Kurdî Konferansa Konfederasyona Diyaspora Kurdî Ronî Aydin Dere Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Federasyona Revend a Kurd li Swîsreyê Ronî Aydin Dere ragihand ku “diyasporya cihûyan gelek bihêz e û wan bi saya wekê dewleta xwe ava kirin û divê em Kurd jî wan ji xwe re weke mînak werbigirin.”

Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê duh Şemiyê 4ê Kanûna 2021an Kongreya Konfedrasyona Diyasporaya Kurd destpê kir û ew kongre bo îro jî berdewam e. Berpirsê Federasyona Revend a Kurd li Swîsreyê Ronî Aydin Dere yek ji beşdariyê kongereyê ye û ji Rûdawê re behsa pirsgirêkên Kurdên diyaspora, mebesta kombûna kongreyê û stratejiya paşerojê kir.

Derbarê armanca pêkanîna kongreyê de Ronî Aydin Dere got: “Ev nêzîkî du salan e, mobîlazisyona diyasporaya Kurd destpê kiriye û Kurd jî weke milet û dewletekê dixwazin li diasporayê xwe sazî bikin. Weqfa Barzanî pêşengiya vê kongreyê dike û ew kareke gelek girîng e. Tiştên niha ferz dibe ew e ku divê xelkê li diasporayê di warî bazirganiyê de dewlemendiya xwe û di warê siyasî de ezmûna xwe berb i welatê xwe ve vekişînin. Kurd divê xwe saz bikin, lê di vê mijarê de gelek dereng mane.”

Ronî Aydin Dere amaje bi wê yekê jî kir ku yek ji sedemên bêsazbûna diyasporaya Kurd, bê dewletbûna wan e û wiha got: “Niha li Başûrê Kurdistanê statûyeke me çêbûye û azadî heye. Divê em li vê xwedî derbikevin û derfetên wê bihêz bikin. Di vê sedsala dawîn de care yekmîn e ku derfetek ketiye di destê me de û divê em vê derfetê ji dest nedin.”

Têkildarî pirsgirêkên diyasporaya Kurd de jî Dere wiha axivî: “Ji ber ku Kurd çar perçe ne, pirsgirêkên perçeyan jî diguhere. Rewşa Kurdên Bakurê Kurdistanê karesat e. Mînak weke fermî dibistanên wan ên bi zimanê Kurdî nîne. Ji ber vê yekê entegrasyon jî zehmet e û nikarin li Ewropayê pêş bikevin. Mînak ji bo tu fêrî zimaneke biyanî bibî divê zimaneke te yê bingehîn hebe û ew jî zimanê dayîkê ye. Ev ji bo Kurdên Bakur pirsgirêkeke mezin e. Em dikarin bibêjin diyasporaya wan bi hinek komeleyan çêbûye, lê ew jî gelek sloganîk e. Lê diyaspora bi vî awayî nabe, divê xwe berfireh bikin û saziyên xwe zêde bikin. Divê saziyên karmendan, mamosteyan û xwendevanan cuda cuda hebin.”

Dere destnîşan kir ku hêdî hêdî lobiya Kurdan li diyasporayê çêdibe û wiha pê de çû: “Kurdan potansiyeleke gelek bihêz hene. Di nav wan de siyasetmedar û hiqûqnas hene. Ji bo sînerjî çênine divê saziyên Kurdan hebe.”

Bi gotina Dere “cihû” di warê diyasporayê de gelek serkevtî bûne û  “diyasporaya cihûya” welat ava kir û îro dewleta Îsraîlê di cîhanê de mînak e û diyasporayan jî berdewam e. Dere dibêje ji ber vê yekê divê Kurd “diyasporaya cihûyan” ji xwe re mian werbigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst