Li Bakurê Kurdistanê sir û serma

05-12-2021
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Zivistan Sir û Serma Herêma Serhedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom, Qers, Erdexan û Agirî yên Bakurê Kurdistanê sir û sermayê destpê kiriye û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Li Erzeromê ji ber serma zêde cade û kolanan qeşa girtin. Li bajêr ji ber sermê zembelîlk ji ser banên xaniyan hatine xwarê.

Li Erdexanê jî cade û peyarêyan bûz girtiye û dar û ber jî bi rengê spî xemilîne. Li navçeya Çemê Kura jî mij û moran heye.

Li Qersê jî keş û hewaya sar bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Camên otomobîlan bûz girtine û zembelîlk ji ser banan hatine xwarê. Hinek welatiyan jî betanî bi otomobîlên xwe dakerine daku wan ji sermayê biparêzin.

Li parêzgeha Agirî jî ji ber sir û sermaya zêde çem qerisî ne. Mij û moran heye û li bajêr hemû tiştekî bûz girtiye û welatî bo otomobîlên xwe ji sermayê biparêzin betanî bi wan dakirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst