Firokeyên Tirkiyê du gundên quntara Çiyayê Gare bombebaran kirin

05-12-2020
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gare Tirkiye Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên Tirkiyê du gundên quntara Çiyayê Gare li sînorê nehyeya Dêrelukê ser bi qezaya Amêdiyê ya Duhokê bombebaran kirin û bombebaran bû sedema tirsê di nav xelkê navçeyê de. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku li herêma Gareyê 4 gerîlayên PKKê di encama êrişekê de canê xwe ji dest dane.

Şêrwan Sergelî yê akinciyê gundê Sergelê nêzîkê wan herdu gundan ji Rûdawê re got, kêliyek berî niha du firokeyên Tirkiyê derdora herdu gundên Sipîndar û Girgaş ên li quntara Çiyayê Gare û ser bi devera Berê Garê du caran li ser hev bombebaran kirin û tirs di nav xelkê de çêkirin.

Derbarê zerar û ziyayan de Şêrwan Sergelî dibêje, wek sivîl ti zerarên canî çênebûne, lê bombebaran bûye sedem ku tirs di nav xelkê de çêbibe.

Rêveberê Nehyeya Dêrelukê Samî Berwarî jî ew nûçe bo Rûdawê piştrast kir û got, heta niha zanyarî ew in ku du cihên nêzîkê herdu gundên Girgaş û Sipîndarê hatine bordûmankirin û ti zerareke canî nebûye, lê tirs li ba xelkê çêdibe.

Ji aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku cihê 4 gerîlayên PKKê ku bi firokeyên çavdêriyê hate zanîn û di encama êrişekê asmanî de her çar gerîlayan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst