HELEB – Hikûmeta Sûriyê dorpêç danî ser 2 taxên Kurdan

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Şamê careke din dorpêç danî ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê û nahêle ku xwarin û sotemenî derbasî wan herdu taxan bibin.

Di nava 15 rojan de ji bo cara duyem hikûmeta Sûriyê rê li derbasbûna xwarin û sotemeniyê girtiye û nahêle derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê bibin ku piraniya niştecîhên wê Kurd in.

Xelkê wan taxan jî ji vê helwesta hikûmeta Sûriyê nerazî ne û daxwaz dikin ku di warê pêdiviyên sereke de pirsgirêk çênebin.

Bendên kontrolê yên artêşa Sûriyê, nahêlin ku kelûpelên weke ard, şekir, birinc, rûn û sotemenî derbasî wan herdu taxan bibin.

 Derbarê vê mijarê de heya niha Rêveberiya Xweser û aliyên peywendîdar ti daxûyanî nedane.

Şêx Meqsûd û Eşrefiye ku ji taxên mezin ên Helebê ne û piraniya niştcihên wan Kurd in, bi destpêkirina şerê navxwe li Sûriyê, heyameke dirêj di bin kontrola Yekîneyên Parastin Gel (YPG) de bûn û paşê radestî hêzên hikûmeta Sûriyê hatibûn kirin.