Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat ragihandin

05-12-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê  di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrusa Coronayê ya cûreya nû (Covid-19) de, li seranserî herêmên rêveberiyê qedexeya derketina derve ya beşî ragihand.

Di daxuyaniyekê de Rêveberiya Xweser ragihand, dê ji sibe Yekşemê 6ê Kanûna 2020an ve li  Rojavayê Kurdistanê, Reqa û rojhilatê Dêrazorê Rojavayê Kurdistanê, Reqa û rojhilatê Dêrazorê destpê dike.

Li gor biryara Rêveberiya Xweser bazaranên mezin, bazarên În û Yekşemê û yên wekî wan di nav de, tevahî dikanên bazirganiyê, dikanên firotina madeyên xwarin û zebzeyan heta saet 16:00an wê vekirî bin.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku hemû dibistan û zanîngeh têne vekirin lê divê tedbîrên tendirûstiyê bêne standin.

Herwiha hat ragihandin  ku hemû civînên giştî, holên şahiyan, konên şînê û kongre qedexe ne û her kesek binpê bike, dê were cezakirin.

Wê ev qedexeya sînordar heta 20vê mehê berdewam be.

Qedexeya derketina qismî sibe destpê dike û heta 20 Kanûnê berdewam dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst