13 berhemên dîrokî yên Xozatê dê têkevin muzexaneya Dêrsimê

Hewlêr (Rûdaw) - 13 berhemên dîrokî yên ku li navçeya Xozat a Dêrsima Bakurê Kurdistanê hatine dîtin, dê li muzexaneyê bêne pêşandan.

Li navçeya Xozatê 13 berhemên dîrokî hatine dîtin,  dê li Muzexaneya Dêrsimê bêne bicihkirin li ser daxwaza parêzgeriyê derbarên wan berheman de lêkolînan dest pê kiriye.

Parêzgarê Dêrsimê Tuncay Sonel ragihand ku piştî venerînê biryara parastina wan berheman dane û piştî lêkolîna ekîba ku şandiye herêmê derketiye holê ku 13 berhemên kevirî dîrokî ne û wan di demeke kurt de ew berhem veguhastine bo Muzexaneya Dêrsimê.

Sonel tekezî li wê yekê kir ku êdî ew berhem dê li Muzexaneya Dêrsimê bên nimayişkirin.

Herwiha Sonel destnîşan kir ku derbarê wan berheman de lêkolînên bi hûrgilî dest pê kiriye û zanyariyên piştî xebatan derbikevin holê ji raya giştî re bêne ragihandin.