Encamên hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê hatin diyarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên giştî yên hilbijartinên Federalîzma Demokratîk li Bakûrê Sûriyeyê hatin ragihandin.

 

Komsiyona Bilind a Hijbijartinan di konferanseke çapemeniyê de  encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên hersê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cizîr, Firat û Efrîn) ku 1ê Kanûna 2017an hatin lidarxistin, eşkere kir.

 

Li gor Komsiyonê, Encamê bi vî şêweyî ne.

 

Rêjeya beşdariya di hilbijartinan de: %69

 

Herêma Cizîrê


 


Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 2902 namzetan 2718 kursî bi dest xist

 

Lîsteya Hevbendiya Niştîmaniya Kurd: Ji 99 namzetan 40 kursî bi dest xist

 

Kesên serbixwe: Ji 268 namzetan 144 kursî bi dest xistin

 

Herêma Firatê

 



Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 954 namzetan 847 kursî bi dest xist

 

Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: Ji 124 namzetan 40 kursî bi dest xist

 

Kesên serbixwe: Ji 95 namzetan 67 kursî bi dest xistin

 

Herêma Efrînê


 


Lîsteya Netewa Demokratîk: Ji 1175 namzetan 1056 kursî bi dest xist

 

Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: Ji 197 namzetan 72 kursî bi dest xist

 

Lîsteya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyeyê: Ji 48 namzetan 8 kursî bi dest xist

 

Kesên serbixwe: Ji 86 namzetan 40 kursî bi dest xistin. 


Heta 3 rojan îtiraz tên qebûlkirin


Her kes û aliyê siyasî yên beşdarî hilbijijartinan bûne ku bixwaze li ber encamên hilbijartinê derbikeve ji îro û heta 3 rojan dikarin serî giliyên xwe ji Komisyona Hilbijartinê ya Bilind re rabigihînin.


Li Rojavayê Kurdistanê proseya dengdanê ji bo hilbijartinên encumenên xwecihî yên Sîstema Federalzîma Bakurê Sûriyê roja Înê 1ê Berfanbara 2017ê ji demjimêr 08:00ê serê sibê ve dest pê kiribû û dê heta demjimêr 20:00 li gorî dema Başûrê Kurdistanê berdewam bibû.

Ji bo hilbijartinan 5 hezar û 720 kesan bûne berbijêr. Li herêma Cizîrê 3 hezar û 48 kes, li Herêma Feratê Hezar û 170 kes û li Efrînê jî  hezar û 502 kes bibûn namzet in.
 
Ji bo dengdanê jî hezar û 285 bingeh hatibûn destnîşankirin. Herwiha, 10 hezar û 280 çawdêr jî serperşitiya navendên dengdanê kiribûn.
 
Şandeke parlamentoya Kurdistanê û şandek ji Bakûrê Kurdistanê ji bo çavdêrîkirina birêveçûna hilbijartinan çûbûn Rojavayê Kurdistanê ne.


Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên endamên wê û rêxistin û saziyên hevpeymanê wê hilbijartinên li Rojavayê Kurdistanê baykot kiribûn û tevlî hilbijartinan nebûn.

 

(A.B)