Cenazeyê bavê Sezgin Tanrikulu hat veşartin

05-12-2016
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bavê Cîgirê Serokê Giştî  yê Partiya Gel a Komarî (CHP)ê Sezgîn Tanrikulu, Fehmî Tanrikulu li bajarê  Amedê di temenê 79 an de  jiyana xwe ji dest da.


Nimêja cenazeyê Fehmî Tanrikûlû li mizgefta Yenikoy a Amedê hate kirin û cenazeyê wî  ji aliyê malbat û hezjêkriyê wî ve ji gundê Cixsê a Pasûra Amedê  re hate veguhêstin.


Di merasîma Cenazeya Fehmî Tanrikûlû de Cîgirên Serokê CHPê Akîf Hamzaçebî, Muharrem Înce Velî Ağbaba û çend parlementerên CHP jî amade bûn.


Fehmî Tanrikuluyê bavê Sezgîn Tanrikûlû, di saxiya xwe de mamostetî dikir lê piştî kudetaya 12   îlonê ew malnişîn bû.


Fehmî Tanrikûlû di 3 yê meha Berfanbarê de li mala xe yê Amedê wefat kiribû û duh hat veşartin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst