Turkan Elçî: Bedel çi be jî ez dê bûyerê bişopînim

05-12-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Turkan Elçî hevjîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî derbarê doza qetilkirinamerê xwe de got, bedelê vê dozê rihê wê jê be, ew dê vê bûyerê bişopîne.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku li navçeya Sûrê ya Amedê, 28ê Mijdarê di heyama daxuyaniyek rojnamevaniyê de rastî êrişek çekdarî hatibû û miribû, li ser gorî wî hat bîr anîn.

 

Turkan Elçî hevjîna Tahir Elçî û keça wî ya ni navê Nazenin Elçî, Rakel Dink hevjîna nivîskarê ermenî Hrant Dink ku ew ji di encama êrişek çekdarî de li Stenbolê hatibû kuştin, beşdarî çalakiya bibîr anîna Tahir Elçî bûn.

 

Turkan Elçî ji rayedaran xwest kujerên merê wê bên dîtin û got: “Bila ti kes ji Mimareya Çar Ling re qilifan negere. Divê kesên kujer bên dîtin. bedelê vê dozê rihê min jî be, ez dê vê bûyerê bişopînim.


Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî derbarê kuştina Tahîr Elçî de ameje kir ku bi lêkolîn û lêpirsîn awayeke qels dimeşe û ev yek gumanê wan zêde dike ku ev buyer tarî bimîne.

 

Rakel DInj hevjîna Hrant jî anî ziman li Tirkiyeyê mirov bi awayekê hovanê qetilkirin û got hêviya wê ew e ku cînayet bi dawî bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst