Libnan wê konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke

05-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Aborî û Bazirganî yê Libnanê Nîkola Nehas li bajarê Hewlêrê civiyan.

Di civînê de Serokwezîr Barzanî û Nehas derbarê karên kompanî û weberhênerên Libnanê li Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin. Her du aliyan li ser bihêzkirina têkiliyên aborî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Libnanê de tekez kirin.

Di civînê de herwiha rewş û pêşhatên Sûriyê û bandora wan li ser welatên derdorê û pirsa koçberên Sûriyê li Libnan û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Li aliyên din, Wezîrê Aborî û Bazirganî yê Libnanê Nîkola Nehas digel berpirsê têkiliyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa civiya.

Felah Mistefa di civînê de got ku ew pêşwaziya biryara Hikûmeta Libnanê dikin derbarê vekirina konsulxaneya welatê xwe li Herêma Kurdistanê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst