Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên pênc gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Demhat Gever, Sema Dêrsim, Nalîn Dilgeş Çiya, Elîşêr Kûfran û Serhildan Dêrsim 5ê Çiriya Paşîn a 2019an li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya her pênc gerîlayan bi vî rengî ne:

Demhat Gever: Navê wî yê fermî Hakan Firat e û ji navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Sema Dêrsim: Navê wê yê fermî Dêrsim Temîz e û ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Nalîn Dilgeş Çiya: Navê wê yê fermî Ayşe Dagdelen e û ji Mêrdîna  Bakurê Kudistanê ye.

Elîşêr Kûfran: Navê wî yê fermî Alî Amuştekîn e û ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye.

Serhildan Dêrsim: Navê wî yê fermî Ahmet Varsak e û ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Demhat Gever sala 2012an, Sema Dêrsim sala 2014an, Nalîn Dilgeş Çiya, Elîşêr Kûfran û Serhildan Dêrsim jî sala 2015an tev li refên gerîlayan bûne.