EFRÎN- Çekdaran pişt li cotkaran şikandiye
Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Sultan Mihemed el-Fatihê dest baceke giran li ser cotkarên Efrînî ferz dikin.
Yasanas Hisên Nasayê ji gundê Tirmîşa yê Efrînê, ji Rûdawê re da zanîn ku çekdarên Sultan Mihemed el Fatihê 3 dolar wekî beş û xûkî danîne ser her darzeytûnekê.
Hisên Naso got ku biryara wê komê li ser cotkarên gundên Tirmîşa, Hecqasima û Mistaşûrayê hatiye sepandin û li ser darzeytûnên biber û bêber jî hatiye ferzkirin.
Bi gotina Hisên Naso zeviyên wan her sê gundan çiyayî ne û berhemên darzeytûnên wan gelekî kêm in lewma cotkar dê neçar bibin ku du caran li dahata xwe beşê bidin koma çekdar.
Hisên Naso her wiha eşkere kir ku eger cotkarek hezar darzeytûnên wî hebin dê dahata wan a 2 salan, nêzîkî 3000 dolaran be lê nêzîkî hezar û 500 dolarî xercî ye.
Wate tenê hezar û 500 dolar jê re dimîne lê divê 3000 dolaran bide çekdaran.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.