53 baroyan daxuyanî da: Bingeha destûrî ya qeyûman nîne

Hewlêr (Rûdaw) - 53 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihand ku ti bingeha destûrî ya danîna qeyûman nîne.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Li şûna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun, li şûna Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp û li şûna Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan jî Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu wekî qeyûm hatin tayînkirin.

53 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş danîna qeyûman şermezar kir ku di nav wan de baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî hene.

“Bila şaredar vegerin ser karên xwe”

Her 53 baroyan ji Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê xwest ku biryara qeyûman demildest bê betalkirin û şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karên xwe.

Di daxuyaniya her 53 baroyan de wiha hatiye gotin:

“Danîna qeyûman li dijî destûr, mafê hilbijartin û hilbijirînê û pêwîstiyên civaka demokratîk e û bi destwerdana bêsînor gihiştiye asteke girantir.

Bingeha destûrî ya danîna qeyûman a ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve nîne.

Divê xala ku 2016an li Yasaya Şaredariyan hat zêdekirin, bê betalkirin û midaxeleyî wateya hilbijartin û hilbijirînê neyê kirin.”