Li Minbicê 8 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hêzên ewlehiyê li Minbicê 8 bazirganên madeyên hişbir girtine.
Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku roja yekşemê saet 02:30î hêzên wan li bajarê Minbicê 8 bazirganên madeyên hişbir girtine.
Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, tîmeke taybet piştî gelek giliyên welatiyan komekê gumanbar 3 hefteyan şopandiye û li serê lêkolîn kirine.
Hêzên Ewlehiya Navxwe piştî ku cihên bazirganên madeyên hişbir tesbît kirine bi ser wan de girtiye.
Bi kemînekê 8 bazirgan tevî madeyên hişbir hatin girtin.
Her wiha li gel bazirganên madeyên hişbir ev tişt hatin dîtin:
- 23,5 gram mîsa krîstal
- 198 hebên kaptagon
- 6 gram û 4 perçe ji macûna heşîşê
- 3 demançeyên Glok ên Îranî
- 3 demançeyên 7 mm, cureya Tirkiyeyê ya guhertî
- 3 demançeyên 7 mm
- 2 kemberên belavkirina madeyên hişbir
- Hejmarek alavên bikaranîna madeyên hişbir
- 10 hebên hişbir ên bi cureyên cuda
Hêzên Ewlehiyê bangî xelkê kir ku li ser her tevgera ku bibe sedema têkdana ewlehiya welat agahiyê bidin hêzên ewlehiyê.