Li Minbicê 8 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

05-11-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Madeyên Hişbir Minbic
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hêzên ewlehiyê li Minbicê 8 bazirganên madeyên hişbir  girtine.

Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku roja yekşemê saet 02:30î hêzên wan li bajarê Minbicê 8 bazirganên madeyên hişbir girtine.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, tîmeke taybet piştî gelek giliyên welatiyan komekê gumanbar 3 hefteyan şopandiye û li serê lêkolîn kirine.

Hêzên Ewlehiya Navxwe piştî ku cihên bazirganên madeyên hişbir tesbît kirine bi ser wan de girtiye.

Bi kemînekê 8 bazirgan tevî madeyên hişbir hatin girtin.

Her wiha li gel bazirganên madeyên hişbir ev tişt hatin dîtin:

- 23,5 gram mîsa krîstal

- 198 hebên kaptagon

- 6 gram û 4 perçe ji macûna heşîşê

- 3 demançeyên Glok ên Îranî

- 3 demançeyên 7 mm, cureya Tirkiyeyê ya guhertî

- 3 demançeyên 7 mm

- 2 kemberên belavkirina madeyên hişbir

- Hejmarek alavên bikaranîna madeyên hişbir

- 10 hebên hişbir ên bi cureyên cuda

Hêzên Ewlehiyê bangî xelkê kir ku li ser her tevgera ku bibe sedema têkdana ewlehiya welat agahiyê bidin hêzên ewlehiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst