Kampa Waşokaniyê - ‘Jiyana bin konan cehenem e’

05-11-2024
RÛDAW
Çadireke Kampa Waşokaniyê \ Wêne; Medyaya Rêveberiya Xweser
Çadireke Kampa Waşokaniyê \ Wêne; Medyaya Rêveberiya Xweser
Nîşan Kampa Waşokaniyê Hesekê Serê Kaniyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Rewşa Penaberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê bi hatina yekem barana îsal re koçberên Serê Kaniyê yên li Kampa Waşokaniyê dîsa di nav heriyê de man û av çû nav çadirên wan.

Li gorî gorî gotina koçberan jiyana çadiran gelekî dijwar e û ji ber sermayê ew nikarin di çadiran de bijîn.

Bi gotina koçberan ji ber barana zêde gelek çadir li nav kampê ketine xwarê, ji ber wê yekê neçar bûne biçin nav çadirên cîranan.

Kampa Waşokaniyê, meha 10 sala 2019an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li bakurê bajarê Hesekê ji bo koçberên Serê Kaniyê hat avakirin.

Heta niha 17 hezar koçber li nava 2 hezar 300 çadirên kampê de dijîn.

Koçber dibêjin ji ber grûpên çekdar ên muxalefeta Sûriyeyê ew nikarin vegerin bajarê xwe, Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ti alîkariyê nade wan.

Koçberê bi navê Selah el-Eboş li ser rewşa jiyana kampê wisa got:

"Ev 5 sal in em di nava van çadiran de ne, nehatine guhertin, hemû çadir riziyayî ne, ji ber germa rojê riziyane.

Niha berê me li zivistanê ye, zivistana me jî gelekî dijwar e, em xwedî zarok in.

Doh baran hat em ranezan, av derbasî nava çadiran bû, em heta sibehê li ser piyan şiyar man."

“Hemû tiştên me li ber baranê ne”

Koçbera  ji Serê Kaniyê ya bi navê Fatime Mihemedê jî wiha got:

"Doh dema baran bariya ez û keçên xwe li nav çadirê ketin qoziyekê, hemû çadir riziyaye.

Zarokên min biçûk in, eşyayên me li ber baranê ne, tiştekî me wekî xwe nemaye."

Li gorî gotina koçberan ji ber barana gur gelek çadir li nava kampê ketine xwarê û neçar bûne biçin nav çadirên cîranan.

“Jiyana çadiran cehenem e”

Koçbera bi navê Hacir Seîd a ji Serê Kaniyê jî wiha got:

"Derengê şevê em şiyar bûn, her kesek ji me tiştek di destê wî de bû da ku av derbasî nava çadirê nebe.

Jiyana me di nava çadirê de cehenem e, me karîbû em germayê tehemûl bikin.

Ji ber sermayê nayê qedandin, dema baran û bahoz tê hemû çadir li erdê rast dibe."

Kampa Waşokaniyê Çiriya Paşîn a 2019an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo koçberên Serê Kaniyê li bakurê bajarê Hesekê hat avakirin.

17 Hezar koçber li nava 2 hezar 300 çadiran dijîn. Koçber dibêjin ji ber grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê ew nikarin vegerin nava mal û milkên xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst