ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin

05-11-2024
RÛDAW
Nîşan Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî Serokatiya Herêma Kurdistanê DAIŞ Şingal Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin û vegeriya Herêma Kurdistanê nava malbat û merivên xwe.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî diyar kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê heta hemû kesên revandî werin rizgarkirin dê xebatên xwe bidomîne.

Li Zaxoyê ji bo keça Kurd a Êzidî ya bi navê Asya Kemala ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ve hat sazkirin.

Asya Kemal sala 2014an dema DAIŞê êrişî Şingalê kiribû hatibû revandin ku wê demê 16 salî bû.

Asya Kemal niha 26 salî ye û ji vegera nava malbat û merivên xwe gelekî kêfxweş e.

Asya Kemalê diyar kir ku di 10 salên dawî de ew gelekî westiyaye û wiha got:

“Di 10 salên dawî de ez gelekî westiyam, li hemberî min gelekî xirab bûn.

Niha gelekî kêfxweş im, piştî 10 salan ez rizgar bûm.

Ez nizanim dê çi bêjim. Spasiya we dikim.

Ez spasiya Herêma Kurdistanê dikim ku ez rizgar kirim."

Kemal Çetoyê bavê Asyayê li ser rizgarbûna keça xwe anî ziman:

"Ez hêvî dikim ku hemû keçên di destê DAIŞê de werin rizgarkirin."

Piştî êrişên DAIŞê yên li Şingalê serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê û serokê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo rizgarkirina keçên Kurd ên Êzidî, Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ava kir.

Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî niha girêdayî Serokatiya Herêma Kurdistanê ye û bi hezaran Kurdên Êzidî rizgar kirine.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî di konferansa rojnamegeriyê de got:

“Wekî ku me soz dabû dê hewlên me yên rizgarkirina revandiyan bidomin.

Şîreta birêz Nêçîrvan Barzanî jî her wisa ye. Heta ku revandiyek jî hebe bidin dû meseleyê.

Beriya bi 3 mehan me zanî ku ew keçik li cihekî diyar ê welatekî ye.

Ofîsê ji bo rizgarkirina wê dest bi hewlên xwe kir.

Îro me karî em wê vegerînin nava malbat û merivên wê yên li Herêma Kurdistanê.

Ji malbata Asya Kemalê 30 kes hatibûn revandin û heta niha 28 kes ji wan hatine rizgarkirin.

Heta niha 3 hezar û 583 kes hatine rizgarkirin û 2 hezar û 590 kes mane ku werin rizgarkirin.

Em soz didin ku heta kesek mabe em dê bidin dû meseleyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir