Mehmet Metîner: Bahçelî û Erdogan dixwazin Pirsa Kurd çareser bikin

05-11-2024
RÛDAW
Mehmet Metîner û Hêvîdar Zana\ Wêne: Rûdaw Grafîk
Mehmet Metîner û Hêvîdar Zana\ Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Mehmet Metîner Devlet Bahçelî Recep Tayyîp Erdogan DEM Partî CHP Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Şerê PKK û Tirkiyeyê KCK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar û parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner diyar kir ku Devlet Bahçelî û Recep Tayyîp Erdogan dixwazin daxwazên Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bikin.

Mehmet Metîner doh çû cem Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û li ser pêşhatên dawî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pê re civiya.

Metîner li ser hevdîtina xwe ya bi Bahçelî û pêşhatên dawî yên Tirkiyeyê û tayînkirina qeyûman ji Rûdawê re axivî.

Siyasetmedar Metîner bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

“PKK ji bo xwe statûyê dixwaze”

Metîner li ser îdiayên pêvajoya nû axivî û got:

“Pêvajoya çareseriyê ew pêvajo ye ku çek bi ebedî hatiye terkkirin.

Ew pêvajo ye ku çek were danîn û careke din neyê hilanîn.

Ew pêvajo ye ku çek nabe xwe bi ser siyasetê de bisepîne û bibe rêyek ji wan rêyên bidestxistina berjewendiyan.

Çek û siyaset bi hev re nabin.

Heger PKK çekan deyne li Tirkiyeyê ti pirsgirekeke me nîne ku neyê axaftin, neyê gengeşekirin û neyê çareserkirin.

PKK bi rêya çekan zextê li Kurdên Bakurê Sûriyeyê jî dike.

Vê yekê wekî şertekê datîne pêşiya Tirkiyeyê û li dû statû û serweriyê digere. 40 sal in li dijî Tirkiyeyê şer dike.

DEM Partiya siyaseta wê dike li pêş azadiya milletê Kurd astengiyek e.

PKK ji bo Kurdan li statûyekê nagere, PKK ji bo xwe li dû statûyekê digere.

Heger PKK ji bo Kurdan statû bixwesta li Îraqê li dijî Herêma Kurdistanê bi Îraqê re û bi Heşdî Şabiyên girêdayî Îranê re hereket nedikir.

Wekî min got dê PKK li hemberî Herêma Kurdistanê ya Îraqê jî derneketa.

Her wiha li bakurê Sûriyeyê jî dê li dijî wan Kurdên ku wekî wê nafikirin derneketa û dijminahiya wan nekira.“

“Erdogan Serok Barzanî û Şivan Perwer anîn meydana Amedê”

Metîner amaje bi wê yekê kir ku AK Partiyê înkara Kurdan a li Tirkiyeyê ji holê rakiriye û got:

"Em daxwazên Kurdan ên li ser mafan gelekî di cih de dibînin.

Heger daxwazên wan hene em di wê baweriyê de ne ku divê bir rêya demokrasiyê werin çareserkirin.

PKK parçeyeke axê dixwaze ku bi tikî tenê ew lê serwer be.

PKK vê ji bo Kurdan naxwaze ji bo xwe dixwaze. Pirsgirêk li vir derdikeve.

Tirkiye welatê me Kurdan e. Ti pirsgirêka Tirkiyeyê bi me Kurdan re nîne.

Di Tirkiyeya berê de hebûna Kurdan dihat înkarkirin, pirsgirêka Kurdan hebû.

Zimanê Kurdan dihat qedexekirin. Axaftina bi Kurdî qedexe bû, bangeşeya bi Kurdî qedexe bû.

Recep Tayyîp Erdogan, Serok Mesûd Barzanî û Şivan Perwer li hevdû civandin û ew anîn meydana Amedê û ew polîtîkayên înkarê yên CHPyê bir nava dîrokê.

Êdî li Tirkiyeyê pirsgirêka înkara etnîkî ya Kurdan nemaye.

Daxwazên me Kurdan hene. Helbet hin mafan dixwazin û pirsgirêk hene.“

“Me înkara Kurdan ji holê rakir”

Mehmet Metîner di berdewamiya axaftina xwe de behsa hevdîtina xwe ya bi Bahçelî re kir û anî ziman:

“Birêz Devlet Bahçelî û birêz serokkomarê me dibêjin ku daxwazên Kurdan bi rêya demokrasiyê bên çareserkirin û vê jî tînin ziman.

Çekên PKKyê rê li ber çareserkirina pirsgirêkan digirin.

PKK ne rêxistineke Kurdan e û Kurdan jî temsîl nake. PKK ji bo çareserkirina Pirsa Kurd derneketiye holê.

Heger PKK çekan dayne û çek ji navberê bên derxistin ji bo çareserkirinê pirsgirêkan dê her tişt were kirin lewme li Tirkiyeyê rêya siyaseta demokratîk vekiriye.

Em dixwazin Destûra 1982yan biguherînin û em di wê baweriyê de ne ku divê ev Destûr were guhertin.

Di dema amadekirina destûrê de bêguman dê mafên rewa yên Kurdan jî li ber çavan werin girtin.

Heger were gotin ku vê desthilatê ji bo Kurdan ti tiştek nekiriye ev neheqiyeke mezin e.

Em ew desthilat in ku me înkara Kurdan ji holê rakir û me qedexeyên li ser Kurdî hemû rakirin.

Îro Kurdî jî her wekî Tirkî parçeyekî raya giştî ye.

Dîwana Melayê Cizîrî, pirtûkên Şêx Ehmedê Xanî ji aliyê Wezareta Çand û Geştiyariyê tên çapkirin.

Me paradîgmaya CHPyê ya înkara Kurdan ji holê rakir, ew di dema desthilata me de bi dawî bû.

Îro li zanîngehên me beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hene.

Bangeşeya Kurdî, axaftina Kurdî hemû qedexe bûn.”

“Destê Erdogan negirtin, destê CHPyê digirin”

Siyasetmedar Mehmet Metîner li ser gavên dawî yên pêvajoyê jî da zanîn:

“PKK û partiya wê bi CHPyê re hareket dikin û destên wan digirin.

Heger wan ew destê Erdogan dirêjî wan kiribû bigirta niha Tirkiye di rewşeke din de bû.

PKKyê û partiya wê, teror zêde kirin û tevî CHPyê hewl da Erdogan ji desthilatê dûr bixin.

Tevî CHPyê hereket kir û li dijî pêvajoyê derketin, niha jî vê dikin.

Birêz Bahçelî, birêz serokkomar bang dikin ku PKK çekê deyne lê PKK jî eşkere dike, ew dê çekan daneyne û li TUSAŞê êrişan pêk tîne.

Bahçelî di wê baweriyê de ku divê çek bê danîn û dixwaze Pirsa Kurd bi rêya demokrasiyê were çareserkirin.

Bahçelî dixwaze, Ocalan were di Koma DEM Partiyê ya meclisê de banga xwe bike.

Destê ku birêz Bahçelî dirêj kiriye gelekî watedar e.

Dixwazin wê dewletoka li Sûriyeyê were nasandin, dixwazin desthilata wan were parastin.

Ev daxwaz nayên qebûlkirin û pêvajoyê têk didin.

Kurdên li Tirkiyeyê hemû ne PKKyî ne û hemû ne alîgirên DEM Partiyê ne. Li Sûriyeyê jî hemû Kurd ne PKKyî ne.

Bi sed hezaran Kurdên Sûriyeyê li Tirkiyeyê ne, li Hewlêrê ne. Kê ew sirgûn kirin? Kê ew neçar kirin ku ji cih û malên xwe derkevin.

Ji DEM Patiyê tê xwestin ku xwe nêzîkî PKKyê neke lê siyasetê bike û bi rêya siyasetê daxwazên Kurdan bîne ziman.

DEM Partî bi rêya Qendîl û KCKyê şaredariyan bi rê ve dibe.

Gelekî zanyarî û belge hene ku şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin alîkarî dane KCKyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mesrûr Barzanî û Michael Waltz / Wêne: Rûdaw Grafîk

Mesrûr Barzanî û şêwirmendê ewlehiyê yê birêvebiriya Trump rûdanên vê dawîyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongreya Amerîkayê Michael Waltz pêwendiyeke telefonî pêk anî