Li Dêrsimê qeyûm hatin protestokirin: ‘Ev derbe ye’

05-11-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Qeyûm Protesto Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Xelk wekî gelek parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê li parêzgeha Dêrsimê jî li dijî danîna qeyûman daket qadan.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Li Dêrsimê duh piştî ku qeyûm li her sê şaredariyên navborî hatin danîn, bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê çalakiyekiyek hat kirin û beşdaran nerazîbûn nîşanî danîna qeyûman da.

“Ev li ser îradeya xelkê derbe ye”

Serokê Rêxistina EMEPê ya Dêrsimê Ergîn Tekîn got:

“Em careke din dibêjin ev li ser îradeya xelkê derbeyek e. Derbeyên berê yên qeyûman ji aliyê xelkê ve hatibûn redkirin.

Siyaseta qeyûman di hilbijartinê de têk çû û xelkê îradeya xwe nîşan daye.”

Beşdarên çalakiyê destpêkê li bazarê kom bûn û ji wir heta Meydana Seyîd Riza meşiyan.

Beşdaran pankartên ku li ser wan “Qeyûm êrişek e ser îradeya xelkê” hatibû nivîsîn bilind kirin.

Li Meydana Seyîd Riza daxuyaniyek hat dayîn.

“Xelkê Dêrsimê talanên qeyûm baş dizane”

Serokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak jî ji Rûdawê re got:

“Îro qeyûm danîn ser şaredariyên me yên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê û hevserokên me hatin desteserkirin.

4ê Çiriya Paşîn a 2016an jî parlementer û hevserokên me yên ku îradeya xelkê bûn hatin desteserkirin û hatin girtin.

Wan heman dîrokê dîsa ew yek kir. Piştî hilbijartinên Adara 2019an qeyûm danîn ser bi sedan şaredariyan.

Sala 2016an qeyûm danîn ser şaredariya Dêrsimê jî. Xelkê Dêrsimê baş dizane bi wêrankarî û talana ku ji aliyê qeyûm ve hat kirin ”

Piştî daxuyaniyê beşdaran çalakiyeke rûniştinê ya 5 deqeyî kir û wan dîsa bi sloganan tayînkirina qeyûman şermezar kir û piştî wê çalakî bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst