Li Rihayê bi hinceta PYDyê kesek hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PYDyê” kesek hat desteserkirin.

Medya fermî ya Tirkiyeyê ragihand, îro “endamekî PYDyê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînorê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê hat desteserkirin.

Li gorî nûçeyê operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatiye kirin û derbarê kesê hatiye desteserkirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Roja 29ê Çiriya Pêşîn jî li ser sînorê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PYDê” kesek hatibû desteserkirin.