Peykersazekî makêta Sûrên Amedê di 21 salan de qedand
Amed (Rûdaw) - Li Amedê hunermendekî keviran bi navê Fesîh Gundogar, ji makêtan birc û sûrên Amedê çêkiriye. Fesîh Gundogar ew xebata xwe di 21 salan de temam kiriye.
Di nava makêta Sûrê de ji mizgefta mezin a Amedê bigrin heta Dêra Sûrp Giragosê, ji Xana Hesen Paşa bigrin heta Minareya Çarling hemû cihên dîrokî û sembolên girîng hene.
Dema mirov li vê makêtê temaşe dike, mirov dibêje qey di nava navçeya dîrokî Sûrê de digerin.
Mizgefta Mezîn, Minareya Çarling û Nava Kelê sembolên herî navdar ên jiyana nava Sûrên Amedê ne.
Sûrên Amedê piştî yên Çînê dirêjtirîn sûr in
Ev cihên dîrokî ku ji 33 şaristaniyan re mazûvanî kiriye, bi sûrên Amedê hatiye pêçan. Sûrên Amedê piştî keleya Çînê dirêjtirîn sûr in li cîhanê.
Fesîh Gundogar niha van sûran, 108 bircên wê, mizgeft, dêr, xaniyên dîrokî yên mîmariya ku bav û kalên Kurdan Merwaniyan, Medan, Hûrî û Mîtaniyan û şaristaniyên wekî Roma û Osmaniyan mora xwe lêxistiye, di maketek de bi cih kiriye.
21 salan dewam kir
Çêkerê Maketa Sûrê Fesîh Gundogar ji Rûdawê re got:
“Min di 1995an de dest pê kir û di 2016an de qediya. Tam 21 salan dewam kir. Minareya herî dirêj 20 santîm e. Tê de 21 mizgeft hene. Nimareya makêtê 21 e. Plaqeya Diyarbekirê jî 21 e.”
Hunera xweşik a ku bi keda destê Fesîh Gundogar û xwêdana eniya wî hatiye çêkirin, ji aliyê geştyaran ve jî eleqeyeke mezin dibîne.
Geştyarên ku têne Amedê, beriya serdana cihên dîrokî nexşerêya gera xwe li ber makêta wî diyar dikin.
Derdora Sûrê 5 hezar û 200 metre ye
Fesîh Gundogar da zanîn ku derdora Sûrê 5 hezar û 200 metre ye û wiha domand:
“Aliyê nava keleyê û Deriyê Qesrê jî 900 metre ye. Bi giştî dike 6 hezar û 100 metre. Dirêjiya wê hezar û 700 û firehiya wê jî hezar û 400 metre ye.
Min makêtê 250000 caran biçûk kir. Dema tu 250 makêtên weke vî deynî ser hev bi qasî bircan mezin dibe. Tu 250 heb makêtên wiha jî deynî ber hev bi qasî Sûrê dirêj dibe.”
Helbet Fesîh Gundogar qîma xwe bi vê xebatê tenê nayne. Ew niha li dikana xwe, ango kargeha xwe ya hunerî teşe dide karekî ji vê maketê mezintir.
Ew bê westan, hûrgilî û kîtekîtên ser bircan yek bi yek xêz dike. Dema mirov li van berheman temaşe dike, mirov nikare wan ji yên resen cuda bike.
Li Sûrê 108 birc hene
Di berdewamiya axaftina xwe de Fesîh Gundogar da zanîn:
“Li Sûrê 108 birc hene. Niha ya dawiyê di destê min de ye. Birca keçikê, birca heft birayan û birca Ben û Sen heye. Nêzî 7-8 donum cih lazim e.
Ez dema van pêşan bidim dê 10 qat ji wê makêtê mezintir be. Derdora wê nêzî 250 metre cih digre. Dirêjahiya wê 67 û firehiya wê jî 48 metre dike.
Hundirê wê de jî dêr û mizgeft, hemam, xan û xaniyên dîrokî çêdikim. Dema xelk ji derve hat dê bikaribe bi hêsanî di nava vê makêta mezin de bigere.”
Fesîh Gundogar heta çend salan dê makêta xwe ya mezin ku ji bircên Amedê û cihên dîrokî pêk tê temam bike.
Niha dem dema peydakirina cihekî baş a bicihkirina van berhemên hunerî ye.