Ciwanên Kurd “Sonda Jiyana Bi Kurdî” xwar

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ciwanên Serbixwe li Qada Şêx Seîdê ya Amedê “Sonda Jiyana Bi Kurdî” xwar ku wê ji niha û pê ve di tevahiya jiyana xwe de bi Kurdî biaxivin.

Berî sondxwarinê polîsan hewl da zanyariyan li ser çalakiyê wergirin lê endamên platformê bi Kurdî pirsên polîsan bersivandin.

Li ser navê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad daxuyanî da.

Ferîd Azad destnîşan kir ku platform li ser esasê ‘bêîteatiya sivîl’ hatiye avakirin û ew ne girêdayî ti partiyekê ne ku platformeke bi temamî serbixwe û nû ye.

Ferîd Azad herwiha anî ziman, “Em ê li Kurdistanê tax bi tax vê çalakiyê bikin” û destnîşan kir ku ev çalakî destpêk e.

Platforma Ciwanên Serbixwe bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) yên Kurdî sond xwar.