SOHR: Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê droneke Tirkiyeyê xist xwarê

05-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Dron Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê droneke Tirkiyeyê xistiye xwarê.

Di nûçeya SOHRê de hat ragihandin dema dron nêzikî baregeha Amerîkayê ya li Til Beyderê ya Hesekê bûye hatiye xistin.

Li aliyê din çavkaniyeke leşkerî ku bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dike, ji ajansa nûçeyan a North Pressê re axivî û got:

“Dron a Tirkiyeyê ye û ji herêmên di bin kontrola grûpên girêdayî Tirkiyeyê de firiyaye û xwe nêzîkî baregeha Til Beyderê kiriye.”

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li baregeha Til Beyderê ya Hesekê dimînin.

Di 5ê Çiriya Pêşînê de jî hêzên Amerîkayê droneke Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê xistibûn xwarê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst