Cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest bi çandiniyê kir: ‘Çavê me li ezmanan e!’

05-11-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest bi çandiniyê kir: ‘Çavê me li ezmanan e!’
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest bi çandiniyê kir: ‘Çavê me li ezmanan e!’
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Çandinî Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser, dest bi çandina genim hat kirin.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku pêwîst e cotkar ji destpêka vê mehê heta 15ê Kanûna Pêşîn, tovên genim bavêjin nav zeviyên xwe yên çandiniyê.

Heta niha ti baran li wan navçeyan nebariyaye ku ev jî li ba cotkaran cihê metirsiyê ye.

“Cotkar gelekî diwestin”

Cotkarê bi navê Tahir Mîkaîl got:

“Em li ser çandiniyê ne, berî her tiştî dîsk biha ne. Ev yek zererê dide xelkê ku bi dolaran dixebitin.

Çandinî bi baranê ve girêdayî ye, par her nehat, pêrar ji binî nehat lê îsal carinan baş bû carinan ne baş bû.

Cotkar gelekî diwestin û heqê cotkariya xwe jî nikarin derxin.”

Cotkar hêvî dikin ji bo ku têçûya wan derkeve û sûdê ji çandiniya genimê xwe bibînin mûsimê îsal têr baran be.

Cotkarê Tahir Mîkaîl herwiha anî ziman:

“Baran îsal baş hat, em hêvî dikin. Çavê me li ezmanan e. Dibêjin dê baran were û çandinî xweş be.”

Îsal berhem gihişte milyonek ton genim, bi zêdebûna 400 hezar tonî ji pêdiviya wan navçeyan bêhtir bû ku ew jî 600 hezar ton e.

Sala 2022yan jî berhem bi 200 hezar tonî ji pêdiviyê kêmtir bû.

Heta niha ti nîşanên rewşa mûsimê îsal ne diyar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst