Li Xarpêtê pevçûn: 1 jê rêveberê HDPê 3 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpatê ya Bakurê Kurdistanê di şerê bi çekan ê di navbera dû malbatan de 3 kes hatin kuştin. Yek ji kesên kuştî Rêveberê Dêrsimê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e.

Li gor zanyariyan doh di demjimêrên şeva 4ê Mijdara 2022ê de  li Taxa Sursuru ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ji ber pirsgirêka erd di navbera dû malbatan de nîqaş derketiye. Piştî demek ji nîqaşê şer destpê kir û di şer de çek jî hatin bikaranîn.

Li gor zanyariyan di şer de 2 welatiyên bi navên Burak Tutak û Bulent Buluç li cihê bûyerê hatin kuştin û welatiyê bi navê  Mehmet Kayar jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hewldanan wî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li aliyê din îro 5ê Mijdara 2022ê hat ragihandin ku yek kesên hatiye kuştin Bulent Buluç Rêveberê parêzgeha Dêrsimê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e.

Parlamenterê HDPê yê Dêrsimê Alîcan Onlu derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî peymamek belav kiriye û dibêje: “Di demjimêrên şeva borî de li Xarpêtê rêveberê me yê Navenda Dêrsimê Bulent Buluç hatiye kuştin. Ez sersaxiyê ji malbata rê hevalê me Bulent Buluç û gelê me re dixwazim.”

Hêzên ewlekariyê piştî bûyerê ji kamerayên çavdêriyê yên derdora cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin û li gor zanyariyan îro 5ê Midara 2022ê 1 jê gumanbarê bûyerê 3 kes hatine destserkirin û bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Xarpêtê hatine birin.