Li Duhokê tankera sotemeniyê teqiya: Zêdeyî 10 kesan birîndar bûn

05-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Duhokê agir bi tankereke sotemeniyê ket û piştî kontrolkirina agir tanker teqiya û di encamê de herî kêm 12 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Duhok-Faydê îro Şemiyê 5ê Mijdara 2022yan agir bi tankereke sotemeniyê ket û piştre teqiya û li gor agahiyên destpêkê di encama bûyerê de herî kêm 12 kes birîndar bûn.

Berpirsê Tîma Hawarçûna 122 ya Duhokê Heysem Berbiharî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got, “Heta niha 12 kesên ku ji ber teqîna tankerê birîndar bûne bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Ajokarê tankerê ku beriya teqînê ji ber şewatê birîndar bibû jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.”

Berbiharî herwiha diyar kir ku ji ber teqînê zerar gihîşte tîmên rizgarkirinê

Berpirsê Dezgeha Berevanî û Rizgarkirina Şaristaniya Duhokê Zêrevan Ebdullah jî ji Rûdawê re ragihand, agir hatiye kontrolkirin û û metirsî nemaye.

Bûyer piştî saet 19.30 an li ser rêya Duhok-Faydeyê  rû da. Tankerê ku sotemenî bar kirî, ji ber ku wergeriya agir pê ket. Tîmên Berevanî û Rizgarkirina Şaristaniya diçin  agir kontrol dikin, lê piştî demekê ji ber şewatê, tanker teqiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst