Qeşaya Çiyayê Cîlo ji ber guherîna keşûhewayê rûbirûyî metirsiya jinavçûnê ye

05-11-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Çiyayê Cîlo Qeşa Guherîna Keşûhewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber guherîna keşûhewayê helina qeşaya Çiyayê Cîlo yê Colemêrgê ji sedî 50 zêde bûye û rûbirûyî metirsiya jinavçûnê ye.

Çiyayê Cîlo yê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Li lûtkeyên çiya 4 demsalan berf heye û beşeke wî qeşayiye. Lê di van salên dawî de ji ber diyardeya guherîna keşûhewayê û zêdebûna pileya germayê her ku diçe qeşaya vî çiyayî bêhtir dihele. Derzên li ser qeşayê kûrtûr dibin. Rêjeya avê jî zêdetir dibe. Beşek ji pisporên ku bi berdewamî ji bo lêkolînan serdana vî çiyayî dikin, di çend salên pêş de  ji çarenivîsa Cîloyê qeşayîn bê hêvî ne.

Mamosteya Fakulteya Endezyariyê Li Zanîngeha Colemêrgê Prof. Dr. Mehmet Nurî Bodur got "Derz û qelişîn li ser qeşayê hebûn, lê li gor ku em îro lêdinêrin em dikarin bibêjin ku gelek guherînkarî hene. Helîna van qeşayan ji 20 hezar salên borî heta îro bi taybet bi şoreşa endustrî û pîşesaziyê bileztir bûye. Di 50 salên dawî de helîn ji sedî 50 zêde bûye. Eger em 10 salên bê li ber çav bigirin, em dikarin bibêjin di 25- 30 sal herî zêde 50 salên bê  ev qeşa dê bi temamî jinav biçe."

Ne tenê lêkolîner, salene hejmareke zêde ya çiyager geştiyar û wênegiran jî serdana Çiyayê Cîlo dikin. Ew jî bi heman awayî dibêjin helîna qeşayê zêdetir bûye û ew di xwe gihandina hinek navçeyên qeşayîn yên çiya de rûbirûyî astengiyan dibin.

Mamosteyê Zanîngeha Colemêrgê Murat Adiyaman dibêje "Ji sala 2012ê ve her sal em di demsalên cuda tên û wêneyên navçeya qeşayîn a li vê derê tomar dikin, mixabin em dibînin di salên dawî de her ku diçe helîn zêdetir dibe."

Çiyager Sabahttîn Ertuş ragihand "Di demên dawî de bi rastî jî qeşa gelek heliyaye. Berê me dikarî di ser wan re derbas bibin, lê niha em nikarin derbas bibin ji ber ku derzên gelek mezin hene.

Cîlo bi 4 hezar û 135 metre bilindahiya ji deryayê  duyem çiyayê herî bilind e li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Ev çiya 45 kîlometrayan dikeve rojhilatê navenda Colemêrgê û di navbera Colemêrg û navçeyên wê yên Gever û Çelê de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst