Lîwa Hesen Nûrî: Li Çemankê PKKê bi RPG û BKC teqe li me kir

05-11-2020
RÛDAW
Berpirsê Desteya Giştî ya Rêxistina Hêza Pêşmerge, Lîwa Hesen Nûrî
Berpirsê Desteya Giştî ya Rêxistina Hêza Pêşmerge, Lîwa Hesen Nûrî
Nîşan Kurdistan Pêşmerge PKK Çemankê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Giştî ya Rêxistina Hêza Pêşmerge, Lîwa Hesen Nûrî behsa bûyera li Çemankê û êrîşa PKKê bo ser Pêşmerge dike û dibêje, “li Çemankê piştî teqandina bombeyê bi otomobîlên me ve, hêzên PKKê bi BKC û RPG teqe li me kirin.”

Lîwa Hesen Nûrî beşdarî bultena Nûroj a Rûdawê kir û têkildarî êrîşa PKKê ya li Çemankê axivî û ragihand: “Bi pênc otomobîlan li gel hejmarek pêşmergeyan, me dixwast ji bo semînarê û hişyarkirina Pêşmerge, em biçin xalên din ên Pêşmerge li Çemankê, lê em tûşî kemîna PKKê bûn.”

Berpirsê Desteya Giştî ya Rêxistina Hêza Pêşmerge dibêje, “destpêkê du otomobîlên me kirin armanc, piştre bi BKC û RPG teqe li me kirin, paşê birîndar li Çemankê çareseriyên destpêkê ji wan re hat kirin, piştî gihandina wan bo nexweşxaneya Duhokê jî, ji ber dijwariya birînan ve mixabin pêşmergeyek bi navê Hêriş Cewher şehîd bû.”

Lîwa Hesen Nûrî da xuyakirin, ew grûpa ji hêzên Pêşmerge bi armanca hişyarkirinê diçû serdana xalên din ên Pêşmerge û tekez kir, “ti çekeke êrîşkirinê bi me re nebû û em tenê ji bo hişyarkirina pêşmergeyên din çûbûn.”

Wî berpirsê hêzên Pêşmerge dibêje, “ew cihên em tê re hatin û çûnê dikin, PKKê bombe lê danîne û bi kontrolê diteqînin.”

Bi gotina Lîwa Hesen Nûrî, reftar û tevgerên PKKê ximzeta Kurdistanê nakin û tekez kir: “Felsefeya berevaniyê li Herêma Kurdistanê êrîşnekirina li ser xelkê ye, ya me tenê şerê berevaniyê ye, lê çê nabe ku PKKê ziyanê lli xelkê û Pêşmerge bide. Çima ew boriyê diteqînin û bêşermane jî dibêjin, em bûn. Ev borî qûtê xelkê Herêma Kurdistanê ye.”

Roja Çarşemê 4ê Mijdara 2020an, mîneke PKKê bi hejmarek ji hêzên Pêşmerge ve teqiya û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn.

Rêveberê Bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, Elend Emîr jî duh ragihand, “destpêkê bombek bi hêzên Pêşmerge ve teqiyaye û paşê di navbera PKKê û Pêşmerge de şer û pevçûn derketiye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, duh derbarê êrişa bo ser Hêzên Pêşmerge de daxuyaniyek da û piştrast kir ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.”

HPGê herwiha îdia kiribû ku hewla êrîşekê li dijî hêzên wan heye û gefa şer kiribû û gotibû, “bila her kes zanibe; eger êrişên navborî dewam bikin, hêzên me yên gerîla wê di çarçoveya xweparastina rewa de xwe biparêzin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrîşa PKKê bo ser hêzên Pêşmerge li Çemankê wek “destdirêjiya ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa” bi nav kir û ew êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand, “Herêma Kurdistanê, statuya siyasî û rewa ya xelkê Kurdistanê ye, Hêza Pêşmerge jî parêzerê ax û xelkê Kurdistanê ye, lewra her êrîşeke wiha, êrîş e bo ser tevahiya xelkê Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî şerê birakujî ye û di vê çarçoveyê de jî van êrîşên wiha wek derbaskirina xeta sor dibîne.”

kûmeta Iraqê jî êrîşa gerîlayên PKKê bo ser hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Duhokê şermezar kir û ew êrîşê weke “êrîşa li ser serweriya Iraqê” bi nav kir û ragihand, “em dê tedbîran werbigrin daku sînorek bo wan êrîşan bê danîn.”

Serokerkanê Pêşmerge, Cemal Êminkî jî pêştir têkildarî bûyerê ji Rûdawê re ragihandibû, ku li Çemankê di dema serdana karwana Pêşmerge de li ser rê TNT hate teqandin û di encamê de pêşmergeyek şehîd bûye û du pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Cemal Êminkî destnîşan kir, piştî teqînê gerîlayên PKKê teqe jî li Pêşmerge kirin û ew yek weke karekî “têkderî” bi nav kir.

Êminkî amaje bi wê yekê kir ku PKK dixwaze şer di nav Kurdan de bide destpêkirin û got: “Piştî bûyerê hêzek li Serêkanîka nêzîk navçeyê, dema bi hawaran wan ve diçe TNT bi wê hêzê ve jî teqiya û ziyan bi hêzên zêrevanî bûye û kes ji Hêza Zêrevan birîndar bûn. Ev jî kareke têkderî ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst