Hêmin Hewramî: PKK bi mentiqê êriş û destdirêjiyê miamele dike

05-11-2020
RÛDAW
Nîşan Hêmin Hewramî PKK Pêşmerge Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê êrişa PKKê ya bo ser Hêzên Pêşmerge şermezar kir û daxwaz ji PKKê kir “zêdetir nebe pirsgirêk û girîft bo statuya destûrî û xelkê Kurdistanê.”

Roja Çarşemê, 4ê vê mehê, li nahiyeya Çemankê ser bi qezaya Amêdiyê li Duhokê, bi gotina Supasalarê Hêzên Pêşmerge, di dema derbasbûna “Hêzên Zêrevanî” de li navçeyê, bombeke çandî bi Hammarekê ve hat teqandin û paşê jî gerîlayên PKKê teqe li Pêşmerge kir. HPGê jî daxuyaniyek belav kir û got, “me şer nekiriye û çek bikar neaniye.”

Hêmin Hewramî dibêje, ew êrişa PKKê bo ser Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê, ku take hêza şer`î û destûrî ya Herêma Kurdistanê ye “belgeya wê ye ku PKK ti caran xwe ji têkdana giyanê biratî, tebayî û yekrêziya Kurdistaniyê” dûr naxe û “bi mentiqê êriş û destdirêjiyê miamele dike.”

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê dike, niha Herêma Kurdistanê di hewlên berdewam de ye ji bo rûbirûbûna krîza aborî, tendirustî, parastina yekrêzî û tebayî di navbera aliyên siyasî de, hevdem  “berpirsyariya hemû aliyên siyasî jî ye ku bergiriya statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bikin û ax û xelkê Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa îro ya gerîlayên PKKê li bajarokê Çemankê ya bo ser hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar kir, weke pêşhateyeke metirsîdar bi nav kir û derbarê wê êrişê de ragihand ku ew pêşhateyeke metirsîdar e, û li dijî jiyan û aramiya xelkî û axa Herêma Kurdistanê bûye.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, êrîşa îro ya PKKê bo ser hêzên Pêşmerge li sînorê qezaya Amêdî ya Başûrê Kurdistanê “bi dijwarî şermezar” kir û weke destdirêjî bo ser Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên rewa bi nav kir û ragihand: “Em nahêlin asayîşa herêma Kurdistanê têk biçe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst