Tirkiye û Rûsyayê dewriyeya hevbeş a duyemîn li rojhilatê Feratê pêk anîn

05-11-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava Rojavayê Kurdistanê Rûsya Trikiye Dewriyaya Hevbeş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dewriyeya bejayê ya hevbeş a duyemîn ku leşkerên Tirkiyê û Rûsyayê di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de li rojhilatê Feratê pêk anîn.

Firokeyên bêpîlot û wesayîtên bizirx jî beşdarî dewriyeya duyemîn a Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) û karwana leşkerî ya Rûsyayê li rojhilatê Feratê bûn.

Karwana leşkerê Tirkiyê ku ji 4 wesayîtên bizirx pêk dihat, li rojhilatê navçeya Pirsûsa Rihaya Bakurê ji sînor derbas bû.

Dewriyeya hêzên Tirkiye û Rûsyayê  di navbera rojhilatê Kobanî û rojavayê Girê Spî de pêk hat. Dewriyeyê qedera 2 saetan berdewam kir.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn û hêrsa xwe li beramber dewriyeya hevbeş a rûsî-tirkî nîşan dan.

Zarok û ciwanên Kurd li hinek deverên ku serbaz û wesayîtên Tirkiyê tê re derbas bûn, kevir, pêlav û şimik bi ser wan de barandin.

Karwana leşkerên Tirkiyê piştî temambûna dewriyeyê vegeriya ciyê xwe yê ser sînor.

Di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de dewriyeya bejayê ya hevbeş a yekemîn a hêzên Tirkiye û Rûsyayê 1ê Mijdarê li herêma di navbera 40 kîlometre rojhilatê Serê Kaniyê û 30 kîlometre rojavayê Qamişloyê de hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst