Civîna lûtke li Hewlêrê: Kurd xwe ji her egerekê re amade dikin

05-11-2019
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Kurd Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî civîna hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê, civîna duyem a serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê, bi beşdariya Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê dest pê kir.

Berî destpêkirina vê civînê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Rêwas Fayeq civînek pêk anîn.

Di civînê de rewşa niha ya Iraqê û hewlên ji bo destkarîkirina destûra Iraqê û pêşhatên herî dawî li navçeyên tên gotûbêjkirin û nirxandin li ser tê kirin, herwiha aliyên beşdar di divînê de dê behsa amadekariyên Kurd bo rûbirûbûna her egerekê bikin.

Hersê serokatiyên Kurdistanê du biryar dan

Civîna hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê ku li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, bi dawî hat û li gor zanyariyên Rûdawê, di civînê de du biryar hatin dayîn.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, li gor zanyariyan di civîna hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê du biryar hatine dayîn; ye yekem ev e ku Kurd di vê qonaxa niha de yekdeng û yekhelwêst be û bi ti awayekê veqetîn û ji hev dûrketin nayê qebûlkirin. Biryara duyem a hersê serokatiyan jî di derbarê destûra Iraqê de ye, ku Herêma Kurdistanê bi ti corekê li gel destkarîkirina destûrê nîne, lê belê eger biryara destkarîkirin û guhertina destûrê hat dayîn, merca Herêma Kurdistanê ev be, ku federaliya Herêma Kurdistanê û her herêmeke din a federal ku di pêşerojê de li Iraqê çê bibe, parastî be û ti tawîz li ser vê yekê nayê kirin.

Agahî tên nûkirin..

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst