Li Serê Kaniyê mal û dukanên xelkê hatin talankirin

05-11-2019
RÛDAW
Çekdarên berê yên DAIŞê li Serê Kaniyê di nav grûpên çekdar de ne
Çekdarên berê yên DAIŞê li Serê Kaniyê di nav grûpên çekdar de ne
Nîşan Çarenivîsa Rojava Serê Kaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê dest danîne ser bajarê Serê Kaniyê, li gor dîmen ji nav bajêr hatine kişandin diyar dibe ku tevahiya dukan û malên xelkê hatine talankirin.

Li gor dîmenên ji nav bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar dest danîne ser, tevahiya dukan û malên xelkê hatine talankirin.

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çend çavkaniyan bi dest xistine; grûpên çekdar malên welatiyên Kurd bo xwe desteser dikin, tevahiya dukan, dapo û komgehên kelûpelan talan kirine, ajel û sewalên xelkê bi tevahî dizîne û talan kirine, malên welatiyan bi temamî vala kirine  û kelûpelên di nav de dizîne, bazarek li gundê Silûk ji bo firotina kelûpelên dizî vekirine.

Li gor heman zanyariyên Rûdawê çekdarên berê yên DAIŞê di nav rêzên grûpên çekdar de li Serê Kaniyê ne, dadgeha Serbazî li Serê Kaniyê vekirine û nave wê bi Tirkî û Erebî nivîsandine, Encûmena Îslamî ya Sûrî ser bi opozisyonê li gor sûretê Enfal kuştin û talankirina Kurdan helal kiriye.

Palemanterê Sûrî Sefwan Qurebî, di gotara xwe ya li komîteya destûrî de got Tirkiyê dixwaze guhertina demografîk bike.

Paremanterê Sûrî Sefwan Qurebî wiha axivî: "Tirkiyê şerîkê terora rêxistinkirî ye, teror artêşa wê ya duyem e, an jî dibe ya yekem be ji bo dagîrkirina xakê û kar ji bo Tirkkirina cih û aqilan dike, da ku esereke rewşenbîrî osmanî û hizrî li welatê min bihêle. Ez ji hemiyan dixwazim ku kar ji bo vegera koçberan bikin daku bi rûmet vegerin cihên xwe yên resen û êşên wan bê rawestandin. Carekê bi gefa şandina wan bo Tirkiyê wekî ku keriyê pez bin û carekê jî bi riya navçeyeke aram a bi derewan ku bi rastî guhertineke demografîk a aşkere ye."

Li gor çavkaniyekê ku pêwendiya wî bi hindurê bajarê Serê Kaniyê heye, grûpên çekdar tevahiya kelûpelên nav mal, dukan, û mexzenan talan kirine û dest danîn ser mal û milkê xelkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst