Artêşa Tirkiyê careke din gundên Girê Sipî topbaran kir

05-11-2018
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kobanî Girê Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê ji nû ve gundên Girê Sipî topbaran kir û ji ber guleyên Tirkiyê welatî nikarin derkevin derveyî malên xwe.

 

Jêderên xwecehî ji Girê Sipî ragihandin Artêşa Tirkiyê ji nû ve gundên Girê Sipî topbaran kir û ew nikarin dest bi karê çandiniyê û tevgera çûn û hatinê nav zeviyên xwe bikin ji ber wê yekê jî ziyanê li jiyan û semyanên xelkê dibe.


Herwiha ew dibêjin ku tenê ziyan madî bûn, lê ji ber gulebaranê, welatî newêrin derkevin derveyê malên xwe û ji ber tirsa kuştina zarokan, rêveberiya dibistana gundê Sûsik, ragihand ku dewama dibistanê tune ye, û wê dibistan girtî be heta ku rewş aram bibe.

 

Di encama topbaran artêşa Tirkiyê de şervanekî YPGê û zarokeke 7 salî jiyana xwe ji dest dan.

 

Ji 28 meha derbasbûyî ve çend rojan li ser hev, artêşa Tirkiyê çend gundên li rojavayê Kobanî û herwiha çend deverên ser bi Girê Spî topbaran kirin.

 

Piştî aloziyên wan çend rojên dawiyê yên li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê, hêzên Amerîkayê li ser sînorê navbera herdu aliyan belav bûne û dest bi çavdêrîkirina sînor kirine.

 

Hêzên Amerîkayê bi çend otomobîlên leşkerî yên zirêpoş, duh li aliyê sînorê Dirbêsiyê û Serê Kaniyê gihîştin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û bi hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re çavdêriya sînor kirin.

 

Pêştir du karwanên hêzên Amerîkayê ji bo şopandina rewşê û çavdêrîkirina sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê serdana Girê Sipî û Kobaniyê jî kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst